NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER ÎMHAKIRINA MADEYA TÎRYAKÊ NAVÇE DI BIN BANDORÊ DE MA

Li navçeya Licê ya ku nifûsa wê 15 hezar e, esrara ku di operasyonan de hat bidestxistin û li navçeyê hat îmhakirin. Ji dûmana şewata esasrarê li navçeyê bandorek neyîn çêbû.

Li gor nûçeya Metîn Bekîroglû yê ji Rojnameya Yenîgunê, madeyên hişbir ên ku di operasyonên hêzên ewlehiyê yên li navçeya Licê ya Amedê de hatin bidestxistin, li navenda navçeyê hatin îmhakirin. Ji baxçeyê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Licê ya li Taxa Yeşîlburçê dûmana ku ji duh ve dewam dike, bandorê li gel navçeyê dike.

Erhan Akkanê ku li Licê xwedîyê qehwexaneyekê ye  diyar kir ku 2 roj in di bin bandora dûmana tiryakê de ne û wiha got: “Şewitandina esrarê li baxçeyê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê em mexdûr kirin.

Em ji duh ve dûmana ku bêhna narkotîkê jê tê dikişînin. Divê li navenda navçeyê tiryak neyê îmhakirin. Niha gelek kes ji ber dûmanê nikarin ji malên xwe derkevin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.