NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER KPSS’Ê LI NAVÇEYA BAGLARÊ CIHÊ DU BAZARAN HAT GUHERTIN

Li navçeya Baglarê ya Amedê ji ber Azmûna Bijartina Personelên Giştî (KPSS) cihê du bazaran hat guhertin û hat ragihandin ku wê midurîyetên nîfusê yên navçeyê jî vekirîbin.

Derbarê mijarê de Şaredarîya Baglarê daxuyanî da û wiha got: “Me ji ber KPSS’ê ji bo ku namzet bi aramî beşdarî azmûnê bibin vê xebatê pêk anî û me cihê bazarê guhert.” Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku bazara li taxa Mevlana Halîtê wê li taxa Şêx Şamilê, bazara li taxa Yûnûs Emre jî wê li taxa Korxetê were danîn. Her wiha hat dîyarkirin ku Midurîyetên Nifûsê yên navçeyên Baglar, Kayapinar, Sûr û Yenîşehîrê di 18’ê îlonê ya 2022’yan de di navbera saetên 07.00-14.30’î de, 24’ê îlonê de di navbera saetên 07.00-14.30’î de û di 25’ê îlonê de di navbera saetên 07.00-10.00’î de wê vekirîbin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.