NÛÇEYÊN KURDÎ

JI AVAHÎYA BI XESAR KOMBÎ Û SAETA AVÊ HATIN DIZÎN

Diz ketin avahîyên ku di erdhêja 6ê Sibatê de xisar dîtibûn.

JI AVAHÎYA BI XESAR KOMBÎ Û SAETA AVÊ HATIN DIZÎN

Diz ketin avahîyên ku di erdhêja 6ê Sibatê de xisar dîtibûn.

Heyama dizîyê ji alîyê qemerayên ewlehîyê ve hatin qeyd kirin. Li Taxa Peyasê ya navçeya Kayapinarê 2 kes ketin Sîteya Ekîncîlerê ya ku ji ber erdhêjê zirareke mezin dîtibû û hatibû tehlîyekirin.

Dizan derîyên malan şikandin û ketin avahîyan. Dizên ku qasê demjimêrekê di avahîyê de man, di qemerayan de jî xuya dike ku kombî li pişta xwe kirin û 7 saetên avê yên jêkiribûn dizîn. Xwedîyê malê gilî kir û polêsan ji bo diz bên girtin xebat dan dest pê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.