NÛÇEYÊN KURDÎ

JI 81 WALÎTÎYAN RE GIŞTÎNAMEYA “MALA GERM” HAT ŞANDIN

Bi nêzîkbûna mehên zivistanê re Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji 81 Walîtîya Bajaran, Midûrîyeta Bajaran a Malbat û Xizmetên Civakî û Weqfên Alîkarîya Civakî û Piştevanîyê re derbarê peydakirina stargeh û pêdivîyên sereke yên bêmalên li kolanan de, giştîname şand.

Di giştînameya ku hat şandin de hat xwestin ku dema pêwîst be ji welatîyên bêmal re piştgirîya derûnî bê kirin. Bi giştînameyê wê berî her tiştê kesên bê mal, bêwar û sêwî yên li bajar û navçeyan bên tespît kirin.

Ev kes di serî de wê li mêvanxaneyên sazîyên giştî yên di nav sînorên bajar/navçeyê de werin bicîh kirin. Ger nikaribin li mêvanxaneyên sazîyên giştî bên bicîhkirin, wê li pansîyon, otêl û hwd bên bicîhkirin,

an jî wê ji bo zivistanê ji bo van kesan cîh were veqetandin. Li gel dabînkirina pêdivîyên stargehê, pêdivîyên paqijî, tenduristî, xwarin û cilan ên bingehîn ên welatîyên ku li bajar û navçeyê hatine bicîhkirin jî wê bên dabînkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.