NÛÇEYÊN KURDÎ

IRAK, JI BO HILBIJARTINA PARLAMENTOYA KURDISTANÊ Û KURDÎ RE BIRYAR DA

Lîjneya Wezîran a Iraqê biryar da ku ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê alîkarîya Komîsyona Hilbijartinan bike û di belgeyan de zimanên Erebî û Kurdî wek zimanên fermî bên bikaranîn

IRAK, JI BO HILBIJARTINA PARLAMENTOYA KURDISTANÊ Û KURDÎ RE BIRYAR DA

Lîjneya Wezîrên Iraqê duh bi serokatîya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî civîna xwe ya heftane ya asayî li dar xist.

 

Li gorê daxuyanîya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Lîjneyê biryar da ku di dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de alîkarîya bide Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Iraqê.

 

Lîjneyê her wiha sererastkirina "Qanûna Belgeyên Dadwerîyê" ya bi hejmara 33 a sala 1998'an pejirand û biryar da ku qanûn bi vî rengê were sererastkirin:

"Di belge û belgenameyên hilbijartinê de Erebî û Kurdî jî wekê zimanên fermî bên bikaranîn." Lîjneya Wezîrên Iraqê biryar da ku 69 milyar û 230 milyon dînar ji bo amadekarîyên hilbijartinên Herêma Kurdistanê xerc bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.