NÛÇEYÊN KURDÎ

HUNERMEND BEYTOCAN KOÇA WÎ KIR

Hunermendê Kurd Beytocan ku demeke dirêj li Swêdê ji ber nexweşiya penceşêrê tedawî didît, vê sibehê çû ber rehma Xwedê.

HUNERMEND BEYTOCAN KOÇA WÎ KIR

Hunermendê Kurd Beytocan ku demeke dirêj li Swêdê ji ber nexweşiya penceşêrê tedawî didît, vê sibehê çû ber rehma Xwedê.

Malbat û hevalên hunermendên kurd Beytocan ragihandin ku Beytocan ê 68 salî vê sibehê li Stockholmê koça dawî kiriye.

Beytocan demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin. Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çena wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.

Beytocan sala 1955'an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6.5 salan li girtîgehê hate hiştin û sala 1987'an hate berdan.

Beytocan sala 1990'î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991'ê de neçar ma koçî Swêdê bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.