AMED

HEVŞAREDARÊN AMEDÊ LÎSTIKA "QRAL Û TRAVÎS" TEMAŞE KIRIN

9'emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku di 18'ê Nîsanê de dest pê kir, bi şano, hevpeyvîn û çalakiyên din li cihên cuda dewam dike.

HEVŞAREDARÊN AMEDÊ LÎSTIKA

9'emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku di 18'ê Nîsanê de dest pê kir, bi şano, hevpeyvîn û çalakiyên din li cihên cuda dewam dike.

Di çarçoveya mîhrîcanê de li Salona Şanoya Çanda Amedê şanoya Koma Şano ya Batman Şano Ar a bi navê Qral û Travîs hat pêşandan.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun bi welatiyan re li lîstika ku eleqeyeke mezin dît.

Hevserokatiyê piştî lîstikê lîstikvan pîroz kir û ji wan re serkeftin xwest.

Hevşaredar Dogan Hatun di axaftina xwe de spasiya kesên ked dane festîvalê kir.

Hatun got, "Me soz da. Heta em li vir bin, em ê xwedî li ziman, çand, huner û şanoya xwe derkevin." got.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.