NÛÇEYÊN KURDÎ

HEKE GOLA WANÊ NEYÊ PARASTIN DÊ BI METIRSÎYÊ RE RÛ BI RÛ BIMÎNE

Gola Wanê ku gola herî mezin a sodayê ya cîhanê ye, ji ber bermayîyên qenalîzasyon û bermayîyên malê qirêj dibe û hate dîyarkirin ku dibe di demek kurt de bibe wek ceblikê.

Gola Wanê ku tê de masîyên endemik û kefala încî jî hene, bi bermayîyên malê, pîşesazî û biyolojîkî qirêj dibe. Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Hawirdor, Berhemên Dîrokî û Parastinê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik dîyar kir  ku saziyên rayedar ji dêvla ku golê biparêzin zirarê didin golê. Kalçik da zanîn ku gelek sedemên vê qirêjîya golê hene, lê sedema bingehîn bermayîyên malê û yên qenalîzasyonê ne û got ku: “Rojê 56 hezar û 457 metrekup bermayîyên kanalîzasyonê diherike golê. Divê devê rûbaran bê fîltrekirin, dawerivandinên biyolojîkî bên kirin û bermayîyên malê ji hev bên derxistin. Heke ev tişt neyên kirin dê Gola Wane bibe wek ceblikê. Divê her kes li hemberî vê xetereyê hesasîyeteke mezin nîşan bide."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.