NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP WÊ DI 27Ê TEBAXÊ DE KONGREYA XWE YA ASAYÎ LIDARBIXE

Meclîsa Partîyê ya HDP’ê roja kongreya awarte dîyar kir.

HDP WÊ DI 27Ê TEBAXÊ DE KONGREYA XWE YA ASAYÎ LIDARBIXE

Meclîsa Partîyê ya HDP’ê roja kongreya awarte dîyar kir.

Meclîsa Partîyê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) îro bi serokatîya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan civîya.

Civîna ku li Navenda Giştî ya HDP'ê pêk hat, bi qasê 5 demjimêran berdewam kir.

Di civînê de dîroka kongreya awarte ya HDP'ê hat zelalkirin û ji bo kongreya awarte MYK hat erkdar kirin.

Kongreya Awarte ya HDP'ê wê di 27'ê Tebaxê de li Enqereyê bê lidarxistin. Tê payîn ku di vê kongreyê de hevserokên nû yên HDP'ê bên dîyarkirin.

Di vê çarçoveyê de HDP wê di kongreyê de erkên xwe derbasê Partîya Çepên Kesk bike.

Hevberdevkên dema nû yên Partîya Çepên Kesk, wê di kongreya Partîya Çepên Kesk de dîyar bibin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.