NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP'Ê ÊRÎŞ Û BINÇAVKIRINAN LI GELEK BAJARAN PROTESTO KIR

Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de û serdegirtina avahiya HDP'ê ya Cizîrê li 13 bajaran biryarên binçavkirinê li Amedê, Mêrdînê, Rihayê, Mêrsînê û Îskenderûnê bi daxuyanîyan hatin şermezarkirin.

HDP'Ê ÊRÎŞ Û BINÇAVKIRINAN LI GELEK BAJARAN PROTESTO KIR

Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de û serdegirtina avahiya HDP'ê ya Cizîrê li 13 bajaran biryarên binçavkirinê li Amedê, Mêrdînê, Rihayê, Mêrsînê û Îskenderûnê bi daxuyanîyan hatin şermezarkirin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê û hevserokên parêzgehan beşdarî daxuyanîya li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu ya Amedê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, daxuyanî da û bertek nîşanî operasyona binçavkirinê da. Ceylan bal kişand ku, êrîşên li dijî partiyên wî roj bi roj zêde dibin û got; “Hiqûmeta AKP'ê ji ber ku dizane wê biçe, dîsa êrîşî HDP'ê dike. Armanca AKP û MHP’ê ew e ku HDP’ê sîyaseta demokratîk neke û dengê aşitîyê qut bike. Îro AKP-MHP dixwaze zilmê li her derê ferz bike. Tevî van hemû êrîşan jî, HDP her tim li ser piyan e. Siyaseta kesên ku dixwazin siyaseta HDP’ê biqedînin qediya. AKP-MHP qediya. Hilbijartin niha be yan jî piştî mehekê, AKP wê têk biçe. Em ê her tim vîna xwe biparêzin. Kes nikare vîna me bişkîne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.