NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP: JI SEDI 77,1’Ê ASTENGDARAN DI BIN METIRSÎYA XIZANÎYÊ DE YE

Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê, bi boneya Hefteya Astengdaran li avahîya partîyê civîna çapemenîyê li dar xist.

HDP: JI SEDI 77,1’Ê ASTENGDARAN DI BIN METIRSÎYA XIZANÎYÊ DE YE

Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê, bi boneya Hefteya Astengdaran li avahîya partîyê civîna çapemenîyê li dar xist. Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezîr Parlak, dîyarkir ku xizmetên ku ji bo astengdaran tên kirin, têrê nakin. Parlak di derbarê mijarê de wiha got; “Kesên astengdar, ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in.” Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû jî dîyarkir ku astengdar, di bin metirsîya xizanîyê de ne. Kerestecîoglu wiha got; "Li Yekîtîya Ewropayê rîska xizanîyê ya astengdaran ji sedî 29,9 e, li Tirkîyeyê ev rêje 77,1 e." Kerestecîoglû dîyarkir ku ji bo astengdar tevlî jiyana civakî bibin, gelek pêkanînên ku divê bên kirin hene.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.