NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP: EV OPERASYON JI BO DIZÎNA SINDOQAN Û ÎRADEYA GEL HATÎYE KIRIN

Lijneya Rêveberîya Navendî (MYK) a Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyona ku navenda wê Amed, li 21 bajaran hat li darxistin de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Derbarê binçavkirina 110 kesên ku di nav de rojnameger, sîyasetmedar û hunermend jî hene hat gotin, Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatîye kirin.” Di daxuyanîyê de hat bibîrxistin ku binçavkirin berîya hilbijartinên 14'ê Gulanê hatine kirin û wiha hat gotin, “Îktîdara AKP-MHP’ê di nava tirs û xofê de êrişên xwe yên li dijî partîya me, rêxistinên civaka sivîl, hêzên çalak ên civakî û muxalefetê bedewam dike.  Di êrîşa danê sibê ya ku ji alîyê darazê ve navenda wê Amed li 21 bajaran pêk hat de Cîgira Hevseroka Giştî ya partîya me Ozlem Gunduz, endamê MYK’a me Mahfûz Guleryuz, endamên me, rojnameger, hiqûqnas û hunermend jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.