NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN A SALA 2022AN WEŞAND

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê "Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya 2022an" parve kir.

ÎHD RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN A SALA 2022AN WEŞAND

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê "Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya 2022an" parve kir.

Di raporê de hat ragihandin ku 2 hezar û 143 welatîyên ku di nav wan de 110 zarok jî hebûn hatine binçavkirin.  11Hat dîyarkirin ku di girtîgehên herêmê de 21 girtîyan jîyana xwe ji dest dane, 13 jê bi îdîaya întîharê û 8 ji wan jî ji ber nexweşîyên curbecur jîyana xwe ji dest dane.

Li gor raporê herî kêm mafê 34 girtîyan ên tenduristîyê, mafê hevdîtina malbatê ya 7 girtîyan, mafê ragihandinê yên 10 girtîyan û mafên 8 girtîyan ên çalakîya civakî hatîye binpêkirin. Înfaza cezayê ya 14 girtîyan bi hincetên cuda hatîye taloqkirin, 43 girtî jî rastê binpêkirina mafan hatine.

Di raporê de hat destnîşan kirin ku ji ber şert û mercên xebatê 34 karkeran jîyana xwe ji dest dan û 159 karker jî birîndar bûn. 33 karker ji kar hatin avêtin, 2 kes ji wezîfeya xwe hat girtin û 7 kes jî hatin îxrackirin. Di Pratîkên Cudakar ên Derbarê Mafê Perwerdehîyê de, tevî ku xwendekaran herî kêm li 2 dibistanan kurdî hilbijartibûn jî, bi hinceta ku "hejmar kêm e" dersên kurdî nehatin dayîn, li 1 yûrgeha zanîngehê jî xwendekarên kurd ji alîyê komên din ên xwendekaran ve hatin tehdîtkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku sala 2022’an di warê binpêkirina mafan de saleke dijwar bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.