NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD: JI BO BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora ku piştê lêpirsîna di derbarê îşkence, muameleya xerab û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sergirtî de hat amadekirin, eşkere kir.

ÎHD: JI BO BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora ku piştê lêpirsîna di derbarê îşkence, muameleya xerab û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sergirtî de hat amadekirin, eşkere kir. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Ercan Yilmaz, daxuyanî da û dîyarkir ku tevî dirêjkirin û rakirina qedexeyên di serdema pandemîyê de jî qedexeyên çalakîyên civakî û çandî yên li girtîgehan berdewam dikin. Yilmaz dîyarkir ku, di derbarê memûrên ku îşkence û muameleya xerab kirine de, lêpirsîneke edlî û îdarî nehatîye vekirin. Yilmaz xwest hemû alîyên îdîayan bên lêkolînkirin û xwest binpêkirinên ku di raporê de cîh digirin bên lêpirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, di daxuyanîyê de axivî û dîyarkir ku, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne, astengkirina mafê tenduristîyê veguheriye polîtîkayê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.