NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD AMED: JI BO AŞTÎYÊ DEV JI BÊCEZABÛNÊ BERDIN

Di Nobeda Aştîyê ya ku ji alîyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve bi daxwaza "Ji her kesê re aştî" di roja înê ya ewil a her mehê de çalakîya nobedê tê lidarxistin, li Amedê banga "Ji bo aştîyê dev ji bêcezabûnê berdin" hate kirin.

Çalakîya nobedê ya li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê; Dayîkên Aştîyê, Parlamenterên DEM Partîyê Meral Daniş Beştaş, Adalet Kaya, nûnerên sazîyên sivîl û partîyên sîyasî beşdar bûn. Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Suzan Mehmetoglû Aksoy ku daxuyanî xwend û dîyar kir ku bi taybetî li erdnîgarîya Kurdistanê mafên bingehîn ên mirovan nayên parastin, binpêkirina mafê jîyanê û îşkence û miameleyên xirab ku qedexeye jî bûye rûtîn, binpêkirina mafên girtîyan li girtîgehan zêde bûye, nirx û prensîbên demokratîk ji holê rakirine.

Mehmetoglu, anî ziman ku yekane çareserîya krîzên li Tirkîyeyê avabûna aştîya civakî ye û xwest dev ji polîtîkayên ewlehîyê yên ku wê bibe sedema binpêkirinên bi vî rengê berdin û mekanîzmayên darazê yên bi bandor, adil û serbixwe bên afirandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.