NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT DÎYARKIRIN KU WALÎYÊ BERÊ MUNÎR KARALOGLU HERÊMA TENDURISTÎYÊ VEKIRIYE ÎMARÊ

Bi biryara Walîyê Amedê û Qeyûmê Bajarê Mezin (DBB) ê bere Mûnîr Karaloglu yê ku di 12'ê Gulanê de hatibû tayînkirin, berîya ku ji peywîra xwe bê girtin, cihên ku qadên giştî ji bo îmarê tên vekirin hatin tespîtkirin.

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ku ji alîyê qeyûm ve tê birêvebirin, milkekê li Taxa Barişê ya Navçeya Kayapinarê wek "Herêma Tenduristîyê" dihat hesibandin, wek "Herêma Bazirganîyê" guhertin. Di hinceta guherîna îmarê de hat gotin ku; "Li herêmê bi têra xwe 'herêmên tenduristîyê' hene, ji ber vê yekê milkê bi hejmara 1716 Girava 1'ê, fonksîyona 'herêma tenduristîyê' winda kirîye û li herêmê pêwîstî bi 'qada bazirganîyê' heye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.