NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎDÎAKIRIN KU DI EMBARA VALA DE QEYDA HILBIJÊRÊN SEXTE DERKET!

Hat îdîakirin ku li Stenbolê di embara avahîyekê de qeyda “hilbijêrên sexte” derket.

HAT ÎDÎAKIRIN KU DI EMBARA VALA DE QEYDA HILBIJÊRÊN SEXTE DERKET!

Hat îdîakirin ku li Stenbolê di embara avahîyekê de qeyda “hilbijêrên sexte” derket. 

Di demeke ku ji Hilbijartina Serokomarîyê û Hilbijartina Giştî ya ku wê di 14ê Gulanê de bên kirin, demek kurt ma ye îdiaya "qeydên hilbijêrên sexte derketine" derket holê.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li kolana 2004 a li taxa Fevzî Çakmak a li navçeya Bagcilara Stenbolê di embar ango depoya avahîyek ayîdê malbetekê de qeydên “hilbijêrên sexte” hatin dîtin.

Welatîyê bi navê M.C. ku li heman avahîyê rûdinê û xwedîyê embarê ye dîyar kir ku piştê kaxizên hilbijartinê hatine, wan ferq kirîye ku hilbijêrên sexte li ser embara wan hatine qeydkirin.

M.C., anî ziman ku avahî di sala 1998'an de hatîye çêkirin û apartmaneke malbatê ye û dîyar kir ku heta îro ji bo kirê jî nedane tu kesî û jêrzemîna avahîyê wekî depo bi kar tînin.  M.C., dîyar kir ku ji bo rakirina qeydên sexte yên hilbijêran serî li Midûrîyeta Nifûsê ya Navçeya Bagcilarê daye û bang li raya giştî kir ku divê li dijî bûyerên bi vê rengê baldar û miqatebin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.