NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎDÎAKIRIN KU CIWANÊ KÎS XISTIN SERÊ WÎ, 11 DEMJIMÊRAN ÊŞKENCE LÊ KIRINE!

Li Rihayê Mazlûm Çelîk ê 24 salî, îdia kir ku piştê ku kîs xistîye serê wî, ew hatîye revandin û di şikeftê de 11 saetan êşkence lê hatîye kirin.

Li gor nûçeya Emrullah Acar ê ji Ajansa Mezopotamyayê, Çelikê bavê 3 zarokan ku li Pasaja sergirtî ya navçeya Halîlîyeyê berhemên elektronîk difiroşe, îdia kir ku di 14ê Tîrmehê de ji alîyê kesên ku xwe wek "polîsên TEM"ê didin nasîn ve kîs xistine serê wî û hatîye revandin.

Çelik bi îdiaya ku ew birîye şikefteke deverk ne dîyar û li wir îşkence li wî kirine û bi kolandina gorê bi kuştinê gef lê xwarîye.

Piştê ku serbest tê berdan ji nexweşxaneyê raporê erdigre. Çelîk, dîyar kir ku li 2 qereqolên cuda gilî kirîye, lê gilîyê wî nehatîye bi encam kirin û ew ê li dozgerîyê serlêdana sûc bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.