NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎDÎAKIRIN DEDAŞ LI AMEDÊ 5 ROJ IN CEYRANÊ NADE 70 MALAN

Hat dîyarkirin ku li taxa gundewarî ya Nivirdaş a navçeya Sûrê ya Amedê 5 roj in ceyrana 70 malan tune ye. Hat îddîakirin ku trafoya ku ceyran dide 70 malan 5 roj berê şewitîye.

Rayedarên Sazîya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAS) ên ku piştê gundîyan pirsgirêk ji wan re ragihandin, hatin taxê, dîyar kirine ku wê trafoyeke nû bînin.

Piştê ku 5 roj derbas bûn û trafo ji gund re nehat şandin, welatîyên ku çûne DEDAŞê, ji wan re hatîye gotin ku deynê 10 malan heye, ger ew deyn bê dayîn wê trafo bînin.

Derbarê mijarê de yek ji şênîyên taxê Omer Turk, dîyar kir ku 5 roj in bê ceyran in û wiha got: “Me li ber derîyê DEDAŞ’ê çalakîya rûniştinê pêk anîye. Gazî polêsan kirin û yek ji polêsan bi midûrê DEDAŞê ra hevdîtin kir. Midûrê DEDAŞê ji midûrîyeta polîsan re got ku ew ê îro trafoyê girêdin. Lê îro dîsa trafo neanîn.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.