AMED

GGC DÊ 27'Ê NÎSANÊ BIÇE KONGREYÊ

Endamên Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) dê 27ê Nîsanê roja Şemiyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Kongreya ku dihat plankirin di 20'ê Nîsanê de bê lidarxistin, ji ber nebûna piraniya dengan taloqî 27'ê Nîsanê hat kirin.

GGC DÊ 27'Ê NÎSANÊ BIÇE KONGREYÊ

Endamên Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) dê 27ê Nîsanê roja Şemiyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Kongreya ku dihat plankirin di 20'ê Nîsanê de bê lidarxistin, ji ber nebûna piraniya dengan taloqî 27'ê Nîsanê hat kirin.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) dê 27ê Nîsanê roja Şemiyê kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Kongre wê saet 09.00’an li Kampusa Yenîşehîr Sûmer Parkê dest pê bike û heta saet 17.00’an berdewam bike.

Serokê GGC'ê Felat Bozaslan û rêveberiya wî dê dîsa bibin namzet. Heta niha tu kesî li dijî Bozarslan lîsteyeke namzetan çênekiriye. Li aliyê din kongreya ku dihat plankirin di 20'ê Nîsanê de bê lidarxistin, ji ber nebûna piraniya dengan ji bo 27'ê Nîsanê hat taloqkirin.

GGC di Mijdara 2023an de ji ber îmzeyên ku Felat Bozarslan û hevalên wî berhev kiribûn, çû kongreya awarte û Bozarslan wek serokê nû hat hilbijartin.

Li gorî qanûna GGC’ê, di meha Nîsanê de 3 salan carekê kongreyek bê lidarxistin, pêwîstiyeke qanûnî ye. Bi vê boneyê hat ragihandin ku kongreya nû wê di 20'ê Nîsanê de bê lidarxistin. Kongreya ku di 20'ê Nîsanê de piraniya dengan nehat bidestxistin, wê di 27'ê Nîsanê de bê lidarxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.