NÛÇEYÊN KURDÎ

ÛGÛR MÛMCÛ DI 30. SALVEGERA QETILKIRINA XWE DE HAT BÎRANÎN

Rojnameger û nivîskar Ûgûr Mûmcû yê ku di encama êrîşa bombeyî de jîyana xwe ji dest da, di 30emîn salvegera mirina xwe de li Enqereyê li ber mala xwe hat bîranîn.

Malbata Mûmcû, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, gelek wekîl, sazîyên sivîl û nûnerên sendîkayan beşdarê merasîma bîranînê ya li Kolana Ûgûr Mûmcû ya ku navê wî lê hatîye kirin bûn. Di merasîma bîranînê de li ser abîdeya Ûğûr Mûmcû qerenfîl hatin danîn, mûm hatin pêxistin û stranên gelêrî hatin gotin. Her wiha di merasîmê de beşek ji lîstika şanoyê ya “Me Ji bîr nekin” ku ji alîyê Şanoya Levent Ûzûmcû ve hatîye amadekirin jî hat pêşandan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.