NÛÇEYÊN KURDÎ

FT: ÛKRAYNA, LI DIJÎ RÛSYAYÊ ROKETÊN KOREYA BAŞÛR BIKARTÎNE!

Rojnameya The Financial Times a Îngilîstanê (FT) îdîa kir ku leşkerên Ukraynayê li dijî Rûsyayê "Roketên ku Koreya Bakur çêkirî ye" bikar anîne.

Hat îdîakirin ku ev çek berîya ku bidin Ûkraynayê ji alîyê 'welatekî dost' ve hatibû desteserkirin.

Li gor nûçeya Reutersê, FT nivîsandîye ku Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê îhtîmala ku roketên Koreya Bakur ji destê hêzên Rûsyayê hatibe girtin dinirxîne.

Koreya Bakur û Rûsya jî îdîayên şandina çekan li dijî wan red dikin. Li gor rapora FT`yê, li bajarê Bahmût ê rojhilatê Ukraynayê, ku bi mehan şer û pevçûn lê qewimî, ji alîyê leşkerên Ukraynayê ve çekên ku ji Koreya Bakur hatine çêkirin, bi sîstemên roketavêja Grad a Sovyetê bi kar anîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.