NÛÇEYÊN KURDÎ

FÛARA PIRTÛKAN A MEZOPOTAMYAYÊ WÊ DÎSA DEST PÊ BIKE

Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ya Amedê piştê 3 salan wê dîsa bi pirtûkhezan re were cem hev.

FÛARA PIRTÛKAN A MEZOPOTAMYAYÊ WÊ DÎSA DEST PÊ BIKE

Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ya Amedê piştê 3 salan wê dîsa bi pirtûkhezan re were cem hev.

Fûara pirtûkan a ku ji ber şewbayê hatibû rawestandin îsal wê 10 rojan bidome. Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku yek ji girîngtirîn bernameyên çandî yên herêmê ye, wê di navbera 16-25'ê Îlonê de cara heştemîn derîyên xwe veke. Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê bi bernameyeke tijî hevpeyvîn, panel û bernameyên bi beşdarîya bi dehan nivîskar û bi sedan weşanxaneyan armanc dike ku bi xwendevanan re hevdîtinê pêk bîne.

Ji alîyê rayedarên fuarê ve hat ragihandin ku lîsteya weşanxaneyên beşdar wê di hefteya ewil a meha îlonê de tevê hemû bernameyan û rojên îmzeyan bê eşkerekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.