NÛÇEYÊN KURDÎ

EŞÎRA METÎNA XWARINA LI CÎHÊ ŞÎNÊ TÊ ÎKRAM KIRIN RAKIRIN

Eşîra ku li Amedê komele ava kirîye, dîyar kirin ku biryara betal kirina xwarina li cîhê şînê tê dayîn dan e.

EŞÎRA METÎNA XWARINA LI CÎHÊ ŞÎNÊ TÊ ÎKRAM KIRIN RAKIRIN

Eşîra ku li Amedê komele ava kirîye, dîyar kirin ku biryara betal kirina xwarina li cîhê şînê tê dayîn dan e.

Eşîra Metîna ya ku bi hezaran endamên wê li Amed, Mêrdîn û Rihayê hene û di sala 2017an de di bin navê 'Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Perwerdeyê ya Metîna' de bûne komele, li navenda komeleyê ya li Amedê ji bo biryara betalkirina xwarina li cîhê şînê bidin civînek li dar xist.

Serokê eşîrê û damezrînerê komeleyê Mehmet Şerîf Temellî û endamên lijneya rêveberîyê beşdarê civînê bûn.

Di civînê de mijara betalkirina xwarina li cîhê şînê hat gotûbêjkirin. Di civînê bi piranîya dengên erê, biryar hat dayîn ku wê li cîhê şînê xwarin neyên danîn.

Serokê eşîrê Mehmet Şerîf Temellî, xwest ku ev biryara hatîye wergirtin ji bo eşîrên din jî bibe mînak û wiha got: “Sedema ku em îro li vir kom dibin ew e ku wek endamên Eşîra Metîna, em dixwazin xwarina li cîhê şînê tên danîn were betal kirin. Em hemû eşîrên cîran vedixwînin ku ew jî heman biryarê werbigrin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.