GÜNDEM

ERDOGAN JI BO BAJARÊ BÛYE KAVIL GOT ‘PAQIJÎYA WÊ PIR XWEŞ BÛ YE”

Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, bi gotinên xwe yên ku li herêma erdhêjê bikaranî ket rojevê.

ERDOGAN JI BO BAJARÊ BÛYE KAVIL GOT ‘PAQIJÎYA WÊ PIR XWEŞ BÛ YE”

Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, bi gotinên xwe yên ku li herêma erdhêjê bikaranî ket rojevê.

Erdogan, li bajarê Osmanîyeyê ya ku bi sedan avahî hilweşîyan û sedan welatî jîyana xwe ji dest da ye, di heyama ku çûbûn serdana malbateke di çadiran de dima, ji şaredarê bajêr yê Osmanîyeyê Kadîr Kara re got, “Kadîr beg, ez te pîroz dikim, baqijîya bajêr û filan û bêvan gelekî xweş çêbûye.”

Şaredar Kara jî wiha bersiv dide, “Belê ezbenî sax bin. Bi xêra dewleta me û cenabê we yê zatê alî ye.” Ev bersiva şaredar bal kişand.

Berîya serdana Erdogan û serokê MHPê Devlet Bahçeli, zû bi zû asfalt li ser rê hatibû reşandin.

Lewra malûm e ku ji ber erdhêjê bajar rûxandîye û bi sedan welatî jîyana xwe ji dest dane û yên mayî jî mexdûr bûnin ku ji ber kêmasîya çadiran gelek welatî şerpeze û perîşanin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.