NÛÇEYÊN KURDÎ

ENCAMÊN PÊŞBIRKA NIVÎSANDINA ŞANOYÊN BI TIRKÎ-KURDÎ DÎYAR BÛ

3yemîn Pêşbirka Nivîsandina Şanoyê ya Neteweyî ya Tirkî-Kurdî ya Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî bû.

ENCAMÊN PÊŞBIRKA NIVÎSANDINA ŞANOYÊN BI TIRKÎ-KURDÎ DÎYAR BÛ

3yemîn Pêşbirka Nivîsandina Şanoyê ya Neteweyî ya Tirkî-Kurdî ya Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî bû.

 

Di pêşbirka ku 100 berhem jê re serî lê dan, şanoyên serketî piştê nirxandina lîjneya hilbijartinê ve hatin hilbijartin.

Di beşa şanoya Kurdî de Janya bi şanoya xwe ya bi navê “Biriqî Zana” bû yekemîn û Yilmaz Aksu jî bi şanoya xwe ya “Em Kurdî Qonuşmîş Bikin” bû duyemîn.

Di beşa nivîsandina şanoya Tirkî de Ferdî Dalkiliç bi şanoya xwe ya "Hîtler" bû yekemîn, Ozlem Erben bi şanoya xwe ya " Boks li Ghettoyê Cûda ye " bû duyemîn û Abdullah Ozturk jî bi şanoya "Etabil ile Mubadil" bû sêyemîn.

Di mansîyonê de Cumalî Bûker bi şanoya xwe ya bi navê “Silav Dinya” bû yekemîn, Behîce Maurer jî bi şanoya “Xaltîka min” bû duyemîn.

Di pêşbirkê de ji bo rêza ewil wê 25 hezar lîre, ya duyemîn 20 hezar lîre, ya sêyemîn jî 10 hezar lîre bên xelatkirin.

Di rêza mansîyonê de kesên ku di rêza yekem û duyemîn de bi ser ketin wê her yekî 7 hezar û 500 lîreyê bê xelatkirin.

Merasîma pêşbirkê wê 21ê Cotmehê roja Şemîyê saet di 19:00 de li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bê lidarxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.