NÛÇEYÊN KURDÎ

“EM Ê NEHÊLIN KU BALAFIRÊN ŞER LI SER ME BIFIRIN”

Namzedê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ya Patîya

“EM Ê NEHÊLIN KU BALAFIRÊN ŞER LI SER ME BIFIRIN”

Namzedê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ya Patîya DEVA Prof. Dr. Cenap Ekîncî got, "Eger em bi ser bikevin, em ê rê li ber ku her roj balafirên leşkerî li ser me difirin, qut bikin." Ekîncî ku bi xebatkarên çapemenîyê re li Amedê hat cem hev, di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku nêzê 3 meh e xebatên hilbijartinê dimeşînin û wiha axivî, "Balafirgeha Leşkerî ya Amedê pirsgirêkeke tenduristîyê ye. Ev balafirgeha ku her wiha pirsgirêkek civakî ye, pirsgirêka dengek mezin e jî. Em êdî naxwazin ku her dem balafirên şer li ser me bifirin û zirarê bidin tenduristîya me. Ger em bibin Serokê şaredarîyê em ê dawî li vê rewşê bînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.