NÛÇEYÊN KURDÎ

EMÎNE ŞENYAŞAR JI DOZGER RE GOT: HEVSER Û ZAROKÊN MIN HATIN QETIL KIRIN

Emîne Şenyaşara ku bi hinceta “heqaretê” doz lê hatibû vekirin û beşdarê rûniştina dozê bû, li pirsa dozger ku dibêje “Tu zewicî ye? Çend zarokên te hene? Wiha bersiv û bertek nîşanda “Hevserê min û zarokên min hatin qetil kirin.

” Di roja 345an a nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar de bi hinceta ku Emîne Şenyaşar di gotinên xwe de heqaret li parlementerê berê yê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz kirî ye doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê ya ewil li Rihayê pêk hat. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di danişînê de Emîne Şenyaşar, kurê wê Mehmet Şenyaşar û parêzerên wan amade bûn.

Di rûniştina ku bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir de Emîne Şenyaşar diyar kir ku ew ê parastina xwe bi kurdî bikin. Ji Emîne Şenyaşarê hatpirsîn ku "Tu zewicî ye?", "Çend zarokên te hene?" bi bersiva “Wan hevjîn û du zarokên min kuştin û xwestin yên mayî bikujin” bertek nîşan da.

Piştre bi alîkarîya tercuman Emîne Şenyaşar di parastina xwe de wiha got, "Ez derman bikar tînim, kurê min 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bi şev bêyî dermanan nikarim razêm. Demek dirêj e, min çi gotibe nayê bîra min, lê tê bîra min ku wan çawa zarokên min kuştin û tu car ji bîra min naçe.

Ez sûcên ku davêjin ser min qebûl nakim.” Piştê parastinê lijneya dadgehê, rûniştina dozê taloqê 29ê Mijdarê kir. Emîne Şenyaşar piştê danişîna dozê bidawî bû, dîsa li ber edlîyeyê nobeta xwe ya rûniştinê berdewam kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.