NÛÇEYÊN KURDÎ

“EM JI PEYWÎRÊ GIRTINA ENDAMÊN KONSEYA TTB’Ê QEBÛL NAKIN!”

Odeyên Tabîban derbarê betalkirina endamên Meclîsa Navend ya Yekîtîya Tabîbên Tirk de daxuyanîyeke nivîskî parvekir.

“EM JI PEYWÎRÊ GIRTINA ENDAMÊN KONSEYA TTB’Ê QEBÛL NAKIN!”

Odeyên Tabîban derbarê betalkirina endamên Meclîsa Navend ya Yekîtîya Tabîbên Tirk de daxuyanîyeke nivîskî parvekir.

Di daxuyanîya hevpar de wiha gotin; “Wek Odeyên Tabîban; endamên Konseya Navend ya Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB) ku sazîyek makezagonî ye û di Kongreya Mezin de li gor rêgezên di zagona 6023’an de hatine dîyarkirin hatine hilbijartin, bi biryara darazê ji peywîrê durxistina wan em qebûl nakin.

Ji Konseya Navend ya TTB’ê ya niha re me deng dabe yan nedabe, em dibêjin ku divê tenê endamên ku bi hilbijartinê hatine, bi hilbijartinê jî herin. Biryara betalkirinê tê wateya paşguhkirina îradeya demokratîk a nûneran a ku bi hilbijartinan dîyar dibe.

Em daxwaz dikin ku ev biryara darazê ya ku li gorê kevneşopîya me ya demokratîk nine, demildest bê betalkirin û endamên Konseya Navend ya TTB'ê yên ji wezîfeyê hatine dûrxistin bên îadekirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.