NÛÇEYÊN KURDÎ

EM HELWESTA NÎJADPEREST A Lİ HİMBERÊ GELÊ KURD RED DİKİN

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê ragihand ku îsal dê 20 hezar mamoste bêne tayînkirin. Di nav vê 20 hezar hejmarê da jibo dersa Kurdî (Kurmancî-Zazakî) tenê 10 mamosteyê Kurdî hene.

EM HELWESTA NÎJADPEREST A Lİ HİMBERÊ GELÊ KURD RED DİKİN

Ev yek ji nîşana siyaseta nijadperets  a berbiçav a dewletê ye ku li dijê gelê Kurd dimeşine. Li Tirkyê ji 30 milyon zêdetir Kurd dijîn û 25 hezarî zêdetir zarokên Kurd dersa Kurdî hilbijartine. Di rewşekê wisa de jibo zimanê Kurdî tayînkirina 10 mamosteyan ne tenê helwestekê dijê demokrasîyê ye, herwisa binpêkirina mafê mirovan yên bingehîn e û ji ciddiyetê dur e.

Em Vê Helwestê Bi Tûndî Şermezar Dikin.

Dewlet ji alîyekê ve gelê Kurd ji mafê perwerdeya bi zamanê dayikê bêpar dike, ji aliyekê din ve jî zimanê Kurdî wek dersa hilbijartî li ser gelê me ferz dike. Û heman demê da jibo dersa Kurdî 10 mamoste tayîn dike. Ev nişana binpêkirina hemî nirxên sîyasî, demokratik û rêzgirtinê ye.

Perwerdeya bi zamnê Kurdî ji destpêkê heta universiteyê mafekê bingehîn, rewa û însanî ye. Jibo ku li Tirkiyê aştî û aramî peyda bibe divê mafê perwerdeyê ya bi zimanê dayikê jibo gelê Kurd cihbicîh bibe.

Gavek zutir divê zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê û zimanê fermî bê qebûl kirin.

08.05.2024

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

(PSK)

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.