NÛÇEYÊN KURDÎ

“EM DIXWAZIN DI ŞERT Û MERCÊN LI GOR RÛMETA MIROVAHIYÊ DE BIJÎN”

BES'ê daxwazên xwe yên ji bo mexdûriyeta kedkarên SGK'ê ji holê bên rakirin aşkere kirin.

“EM DIXWAZIN DI ŞERT Û MERCÊN LI GOR RÛMETA MIROVAHIYÊ DE BIJÎN”

BES'ê daxwazên xwe yên ji bo mexdûriyeta kedkarên SGK'ê ji holê bên rakirin aşkere kirin.

Şaxa BES'ên Amedê li navçeya Yenîşehîr a Amedê li ber avahiya SGK'ê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Divê mexdûriyeta xebatkarên SGK'ê ji holê bê rakirin, Îkramiyeyên hatine xespkirin û mûçeyên mesaiya zêde bila demildest bên dayîn, heta daxwazên me bi cih neyên em ê têkoşîna xwe bidomînin” dinivîsî hat vekirin.

Daxuyanî ji hêla Sekretera Jinan a BES’ê Guneş Ozel ve hat xwendin.

Ozel a da zanin ku SGK ji dayikbûnê heta mirinê bi meaşekî nêzî birçîbûnê xizmetê dide 85 milyon welatiyan û wiha got: "Wezîr dengê me bihîst, lê daxwazên me fêm nekir.

Weki ku mizgîniyek bi de me ragihand ku seatên mesayiyan derxistiye 100’î.

Em nabêjin wê bi vê awayê  pirsgirêkên me yên aborî çareser bibin. Em ji we çareseriyên mayînde dixwazin."

Guneş Ozel di daxuyaniyê de daxwazên xebatkarên buroyê nirxand û got, "Em dixwazin bi awayekî însanî, di şert û mercên li gor rûmeta mirovahiyê de bijîn."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.