NÛÇEYÊN KURDÎ

EBEDÎNOGLU: DI SÊ MEHÊ DE 323 DIKAN HAT GIRTIN

Yekîtîya Odeyên Esnaf û Zenaatkarên Amedê (DESOB) ji bo ku di derbarê rapora nirxandinê ya ku 4 salan carekê tê amadekirin de agahîyan bide, li Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê xwarina fitarê li dar xist.

EBEDÎNOGLU: DI SÊ MEHÊ DE 323 DIKAN HAT GIRTIN

Yekîtîya Odeyên Esnaf û Zenaatkarên Amedê (DESOB) ji bo ku di derbarê rapora nirxandinê ya ku 4 salan carekê tê amadekirin de agahîyan bide, li Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê xwarina fitarê li dar xist. Endamê Lijneya Rêvebirîya Konfederasyona Esnaf û Zenaatkarên Tirkîyeyê (TESK) û Serokê DESOB’ê Alîcan Ebedînoglu, di derbarê raporê de axivî û dîyarkir ku esnafan hilweşîna herî giran a dîrokê dijîn, dikana xwe digirin û piştgirîya aborî ya di dema krîzê de jî têr nekir. Ebedînoglu dîyarkir ku li her qadê bazarên zincîrî hene û ev yek bandoreke neyini li esnafan dike. Ebedînoglû anî ziman ku di nava 3 mehan de 323 esnafan neçar man û dikanên xwe girtin, ji ber vê jî divê aliyê aborî ve piştgirîya van esnafan bê kirin. Ebedînoglû, hişyarî da ku prîm nedin bazarên zincîrî û wiha got: “Gelek xwedîyên van bazarên zincîrî xwedî şîrket in û ji bo herêmê tiştekî nakin. Esnafên herêmê îflas dikin lê sê-pênc xwedîyên holdîngê dewlemendtir dibin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.