GÜNDEM

EBEDÎNOGLÛ DAXWAZ KIR KU XWARINA ŞÎNÊ WERE QEDEXE KIRIN

Serokê Odeya Esnaf û Zinetkaran ya Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglû daxwaz kir ku xwarina li cîhê şînê ya ku berî niha hatibû qedexe kirin û niha dîsa dest bi dayina wê hatîye kirin, li Amedê were qedexe kirin.

Ebedînoglu li ser mijarê di daxuyanîya xwe de wiha got, “Xwarina li cîhê şînê tê dayîn, ji bo hemwelatîyên feqîr an jî dest teng dibe sebebê ku têkeve bin deynan an jî tê rewşa ku kredîyê dikşîn e. Dema ku em çûn ser cenazeyekî wezîfeya me ev e ku bêyî ku em ji wan îkram û xwarinê hêvî bikin, divê em xwedîyê şînê nexe nava şerm û wek mehçûbîyeta derûnî, piştê me sersaxî xwest û wezîfeya xwe bicîh anî divê em ji wê derê veqetin.

Derbarê mijarê de em ji Walîyê Amedê birêz Alî Îhsan Sû daxwaz dikin ku di bin navê fermanên giştî de nameyên qedexekirinê ji sazîyên têkildar ên bajarê me re bên şandin û bi şêwra bi miftîyê bajêr û sazîyên sivîl ên wekî din re dawî li vê pêkanînê bê anîn.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.