NÛÇEYÊN KURDÎ

DU HELÎKOPTER LI HEV KETIN! 10 XEBATKARÊN HELÎKOPTERÊ MIRIN

Du helîkopterên hêzên deryayî yên Malezyayê dema ku ji bo merasîmê provayê dikirin li hewayê li hev ketin.

DU HELÎKOPTER LI HEV KETIN! 10 XEBATKARÊN HELÎKOPTERÊ MIRIN

Du helîkopterên hêzên deryayî yên Malezyayê dema ku ji bo merasîmê provayê dikirin li hewayê li hev ketin. Di daxuyanîya ku ji alîyê Hêzên Deryayî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di qezayê de her 10 xebatkarên helîkopterê mirine.

Li gorî agahîyan, bûyerê îro li eyaleta Perakê rû daye. Artêşa Malezyayê di daxuyanîya xwe de got: “Hemû kesên di her du helîkopteran de mirin û termên wan ji bo tesbîtkirina nasnameyê rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Lumutê.”

Hat ragihandin ku li ser sedema qezayê wê lêkolîn werin kirin. Wezîrê Parastinê yê Malezyayê Mohamed Khaled Nordin jî destnîşan kir ku wê roja şemîyê bi boneya salvegera 90î ya damezirandina fîloya wan merasîmek bihata kirin û helîkopteran ji bo vê merasîmê prova dikir.

Li hêla din, dîmenên kêlîyên ku helîkopter li hewayê li hev ketin hatin girtin û ew dîmen li ser torên civakî hat belavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.