NÛÇEYÊN KURDÎ

DOLAR TL DERKET ASTA BILIND A DÎROKÎ! DOLAR GÎHAŞT 20.47 LÎRE

Daketina nirxê lîre ya li hemberê Dolarê Amerîka berdewam dike.

DOLAR TL DERKET ASTA BILIND A DÎROKÎ! DOLAR  GÎHAŞT 20.47 LÎRE

Daketina nirxê lîre ya li hemberê Dolarê Amerîka berdewam dike.

Dolar ji nû de derket asta xwe ya bilind a dîrokî. Piştê ku Lîre ya Tirkîyeyê li hemberê Dolarê DYAye ji sedî 1 nirxê wê daket, destê sibê demjimêr 05:30an de dolar derket 20 lîre û 47 quruşan û wek asta herî bilind hat nirxandin.

Di saetên pêş de jî, rêjeya Dolar daket 19 lîre û 98 quruşan. Dolar ku li pîyasaya azad bi hefteyan di bin 20 lîre de ye, di heyama hilbijartinê da li Bazara Mezin a Stenbole biha digihije 23-24 lîre. Di navbera bankayan de jî dolar, bi 22 lîre dihat firotin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.