NÛÇEYÊN KURDÎ

DOLAR ÎRO JI SEDÎ 0,94 ZÊDEBÛ, DERKET 21,12 TL

Rojane bihabûna dolar gihaşt ber ji sedî 1ê û îro dolar 21 lîre û 12 quruşan da dest bi rojê kir.

DOLAR ÎRO JI SEDÎ 0,94 ZÊDEBÛ, DERKET 21,12 TL

Rojane bihabûna dolar gihaşt ber ji sedî 1ê û îro dolar 21 lîre û 12 quruşan da dest bi rojê kir.

Guherînên ku berîya hilbijartinan di pereyê bîyanî de dest pê kiribûn, piştê hilbijartinan jî berdewam dike. Dolar roja xebatê ya ewil a hefteyê bi rekorekê dest pê kir û ji asta 21 lireyê derbas bû.

Dolarê ku li gor dema berê girtinê ji sedî 0,94 zêde bû, bi 21 lîre û 12 quruşan tê firotin. Rêjeya dolarê ku hefteya borî bi 20 lîre û 92 quruşan bi dawî bûbû, berîya tûra duyemîn a Hilbijartina Serokomarîyê ya ku di 28ê gulanê da hat kirin daketibû binê 20 lireyê.

Li Bazara Mezin, dolar di asta 21 lîre û 38 quruşan da tê firotin, rêjeya firotina bankayan di ser 22 lîreyan da ye. Ewro jî, ji sedî 0.78 zêde bû, û bi 22 lîre û 70 quruşan tê firotin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.