NÛÇEYÊN KURDÎ

DIVÊ LI SER ERDÊN LI GOR KRÎTERÊN ZANYARÎ BAJAR BÊN ÎNŞA KIRIN

Serokê Duyemîn ê Odeya Endezyarên Jeolojîyê ya Şaxa Amedê Mehmet Şefîk Îmamoglû, li avahîya şaxê bi sernavê "Tektonîkên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û Erdhejên Dawî" semînerek da.

Îmamoglû bal kişand ser erdhêjên di 6ê Sibatê de pêk hatin û wiha got: “Birînên erdheja ku li 11 bajaran zirareke mezin dît, bi sed hezaran avahî hilweşand û bi deh hezaran welatîyên me jîyana xwe ji dest da, wê ne hêsan be. Erdhêjên ku çêbûn carek din nîşanê me dan ku li cîhên çewt, dûrî zanist û endezyarîyê û bê qîm bikaranîna malzemeyan avahî hatine çê kirin.

Bajarê Amedê di bin tesîra xeta fayê ya li Rojhilatê Anadoluyê û Bedlîs-Zagrosê û qismî jî di bin tesîra Herêma Bakurê Anadoluyê de ye. Her çend li navenda bajarê Amedê xeta fayê ya aktîf nehatibe tespîtkirin jî, erdheja ku wê li van qadên ku hatin dîyar kirin çêbibe, wê li Amedê jî bibe sedema xisar û zîyanên pir mezin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.