NÛÇEYÊN KURDÎ

DIKANDERÊN BIÇÛK JI BER HÊZA KIRINÊ ÎFLAS DIKIN

Hat dîyarkirin ku dikanên zincîre yên ku li Amedê kolan bi kolan şaxên xwe vekirin, esnafê biçûk ên ku di bin bandora krîza aborî de hatibûn perçiqandin, xistin îflasê.

Dikandarên biçûk ên Amedê, dîyarkirin ku hikûmetê bi efûya kredî û bacê, hêz daye bazarên zincîrî, lê guh nedaye wan û anîn ziman ku çanda hevgirtinê ya ku berê serdest bû, êdî nemaye. Huseyîn Muhammed ê ku li Navçeya Rezanê dikandar e, dîyarkir ku li gor bere, niha rewş qet ne baş e û wiha got; "Êdî em her sibe bi zêdebûna bihayên nû şiyar dibin. Em mecbur dimînin berhema ku me rojek berê firotibû, sibê bi bihayekî din bifroşin. Dema biha zêde bin, niştecih jî nikare kirînê bike.” Muhammed anî ziman ku pere li bazarên zincîrî tên xerckirin, lê ew bi deyn dixebitin û dîyarkir ku esnafî girêdana herî mezin a têkiliyên civakî bû, lê belê ji ber krîza aborî êdî dikandar nikarin bazirganîyê bikin lewma ev rewş jî vê girêdanê radike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.