NÛÇEYÊN KURDÎ

DI SoruYORUM’Ê DE ‘HEFTEYA MAFÊN MIROVAN Û DEMOKRASÎ’

Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan û Demokrasîyê de di bernameya SoruYORUM’ê ya derhênerê Amed Radyo TV Ferat Mehmetoglu amade û pêşkeş dike de wê bi serok û nûnerên sazîyên sivîl ên Amedê re li ser Mafên Mirovan û Demokrasîya li bajar û cîhanê nîqaş bê kirin.

Di çarçoveya 'Hefteya Mafên Mirovan û Demokrasîyê' ya 10'ê Berfanbarê de, wê di navbera 9-16'ê Berfanbarê de li Amedê gelek panel, hevpeyvîn, belgefîlm, daxuyanîyên çapemenîyê û bernameyên radyo û televîzyonan bên lidarxistin. Li Amedê 'Hefteya Mafên Mirovan û Demokrasîyê' îro bi 'Meşa Mafên Mirovan' dest pê kir.

Di bernameya SoruYORUM'ê ya Amed Radyo TV de wê mijarên 'Mafên Mirovan û Demokrasîyê' ji 11'ê Berfanbarê roja Duşemê heta 16'ê Berfanbarê roja Şemîyê her êvar saet di 18:15'an de bi serok û nûnerên sazîyên sivîl ên bajêr re bên nîqaşkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.