NÛÇEYÊN KURDÎ

DI SIWAREYEKÊ DE 8 KÎLO MADEYA TÎRYAKÊ HAT BIDESTXISTIN

Li Edeneyê nêzî 9 kîlo madeya tîryakê ya ku di nava siwareyekê de veşartîbû hat bidestxistin.

DI SIWAREYEKÊ DE 8 KÎLO MADEYA TÎRYAKÊ HAT BIDESTXISTIN

Li Edeneyê nêzî 9 kîlo madeya tîryakê ya ku di nava siwareyekê de veşartîbû hat bidestxistin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûrîyeta Polîsan a Edeneyê, ji siwareyekê ketin gumanê û dan rawestandin. Di encama lêgerînê de 8 kîlo û 400 gram esrara ku di siwareyê de hatibû veşartin, hat bidestxistin.

Ajokarê wesayîtê H.C. û M.G. yê ku hatin binçavkirin, li navenda polêsan di îfadeyê xwe de gotin, “Em tîryakê bikartîn e. Me ji bo bikaranînê stendîye, nîyeta me ya firotinê tune bû. Herdû gumanbar ji alîyê mehkemeya nomedar ve hatin girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.