NÛÇEYÊN KURDÎ

DI SALVEGERA KOMKUJÎYA ROBOSKÎ DE LI AMEDÊ DAXUYANÎ HAY DAYÎN

Platforma Ked û Demokrasîyê: "Erkê me ew e ku em têkoşîna xwe mezin bikin da ku yek bi yek bên darizandin û Roboskî neyê jibîrkirin."

DI SALVEGERA KOMKUJÎYA ROBOSKÎ DE LI AMEDÊ DAXUYANÎ HAY DAYÎN

Platforma Ked û Demokrasîyê ya Amedê di 12. salvegera Komkujîya Roboskî de li Parka Koşuyulu daxuyanî da.

 

Berdevka Demê ya Platformê, Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan di daxuyanîya de wiha axivî,

"Di 28'ê Berfanbara 2011'an de 19 jê zarok 34 welatîyên ku ji alîyê balafirên şer ên vî welatê ve hatin qetilkirin. Cenazeyên perçekirî yên kesên jîyana xwe ji dest dane bi betanîyan pêçandin û bi kîlometreyan ji alîyê malbatên wan ve hatin birin. Tevê ku 12 sal di ser re derbas bûn jî yek kes nehat darizandin. Hemû lêpirsîn hatin betalkirin û lêpirsînên ku nû hatibûn vekirin pêş neketin. Ji bo sûcên li dijî mirovahîyê ti şert û mercên sînordarkirinê tine.

Têkoşîna me ya ji bo ronîkirina berpirsyarên Komkujîya Roboskî û ronîkirina hemû alîyên komkujîyê wê bidome. Her roja ku hesab ji Roboskî neyê pirsîn, wê rê li ber komkujîyên nû yên ku bi awayekî bêperwa bên kirin, veke.

Erkê me ew e ku em têkoşîna xwe mezin bikin da ku yek bi yek bên darizandin û Roboskî neyê jibîrkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.