NÛÇEYÊN KURDÎ

DI SALA NÛ DE 200 HEZAR PENABERÊN SÛRÎYEYÎ BÊN VEGERANDIN

Hat ragihandin ku Wezareta Karên Navxweyî plan dike ku di sala 2024an de 200 hezar penaberên Sûrîyeyê vegerîne welatê wan.

DI SALA NÛ DE 200 HEZAR PENABERÊN SÛRÎYEYÎ BÊN VEGERANDIN

Hat ragihandin ku Wezareta Karên Navxweyî plan dike ku di sala 2024an de 200 hezar penaberên Sûrîyeyê vegerîne welatê wan.

Li gorê nûçeya Rojnameya Tirkîyeyê, Wezareta Karên Navxweyî ya ku wê di çarçoveya têkoşîna li dijî koçberîya navneteweyî de bi hemû wezaretên pêwendîdar re bixebite, di serî de wê li ser mekanîzmaya bi bandor a dersînorkirinê bisekine û prosedurên dersînorkirina koçberên bêdestûr wê bilez bê kirin.

Ji bo bîyanîyên ku şert û mercên têketinê pêk naynin neyên Tirkîyeyê wê bi welatên din re hevkarî bê kirin. Nirxandinên serîlêdana vîzeyê wê bi bandortir bêne kirin û entegrasyona nav sazîyan wê were xurt kirin.

Wekî din, ji bo xurtkirina pergala vîzeyê wê rêziknameyên nû werin amadekirin. Di vê çarçoveyê de, sîstemek li gor armancê vîze û destûra rûniştinê, wê were çêkirin

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.