NÛÇEYÊN KURDÎ

DI SÎNORA ERMENÎSTAN Û AZERBAYCANÊ DE PEVÇÛN!

Di sînora Ermenîstan û Azerbaycanê de pevçûn ji nû ve dest pê kir.

DI SÎNORA ERMENÎSTAN Û AZERBAYCANÊ DE PEVÇÛN!

Di sînora Ermenîstan û Azerbaycanê de pevçûn ji nû ve dest pê kir.

Li gor nûçeya AA’yê Wezîrîya Parastina Azerbaycanê îdîa kir ku artêşa Ermenîstanê êvarê li ser rêça sînorên Daşkesen, Kelbecer û Laçinê bi berfirehî provokasyon kir. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku komên sabotajê yên Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê li ser erdên ku mevzîyên artêşa Azerbaycanê lê ne mayin danî. Hat dîyarkirin ku ji bo pêşîya vê yekê were girtin hêzên Azerbaycanê bergirî girt û di çarçoveya bergirîyan de pevçûn pêk hat. Li gor agahîyên AGOS’ê Berdevkê Wezîrîya Parastina Ermenîstanê Aram Torosyan derbarê pevçûnan de axivî û wiha got: “Di 13’ê îlonê de saet di 00.05’ê de yekîneyên Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê ji alîyê herêmên Gorîs, Sotk û Jermûkê ve çek berdan mevzîyên Ermenîyan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.