NÛÇEYÊN KURDÎ

“DI PÊŞNÛMEYA BUDÇEYA TENDURISTÎYÊ DE KEDKAR Û GEL TINE YE”

Şaxa SES'ê ya Amedê, dîyar kir ku krîza aborî kedkarên tenduristîyê xistîye nava rewşeke zehmet û ji Pêşnûmeya Qanûna Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2024'an ku ji çapemenîyê re girtî hat lidarxistin re bertek nîşan da.

“DI PÊŞNÛMEYA BUDÇEYA TENDURISTÎYÊ DE KEDKAR Û GEL TINE YE”

Şaxa SES'ê ya Amedê, dîyar kir ku krîza aborî kedkarên tenduristîyê xistîye nava rewşeke zehmet û ji Pêşnûmeya Qanûna Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2024'an ku ji çapemenîyê re girtî hat lidarxistin re bertek nîşan da.

Şaxa SES'ê ya Amedê li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi sernavê "Kedkarên tenduristîyê û gel di pêşnûmeya budçeya sala 2024'an a Wezareta Tenduristîyê de cîh nagirin, em para xwe ji budçeyê dixwazin" daxuyanî da.

Sekreterê Şaxa SES'ê ya Amedê Yunus Emre Ozdemîr ku daxuyanî xwend wiha axivî, "Pêşnûmaya Qanûna Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2024'an di 17'ê Cotmeha 2023'an de pêşkeşê Serokatîya Meclîsê hat kirin û di Plan û Budçeyê de dest bi nîqaşê kir.

Komîsyon, mixabin ji çapemenî û raya giştî re girtî ye. Budçe; Ev yek nîşaneya herî girîng a helwesta hêzên sîyasî û rejîmê ya li ser maf û azadîyên demokratîk, civakî ye. Tevê ku bi salan e em daxwaz dikin ku para butçeya tenduristîyê ya di bûdçeya giştî de ji sedî 10 e bê zêdekirin jî, ev par kêm bûye.

Hedefên di pêşnûmeya budçeya 2024an a Wezareta Tenduristîyê de hema ti hebek nayê qebûlkirin. Wezîrê Tenduristîyê wê li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê daxuyanî bide; Divê Wezareta Tenduristîyê berîya axaftina Pêşnîyara Budçeya 2024an guherandinên pêwîst bike. Guherandinên ku di butçeya wezaretê de bên kirin, divê bi pêşengîya parastin û başkirina tenduristîya gel, bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên tenduristîyê yên civakê di zûtirîn dem de û bi awayekî giştî bên kirin.

Divê bi mebesta ku şert û mercên xebatê û mafên şexsî yên xebatkarên tenduristîyê layiqê jîyana mirovatîyê bibin û li gorê şert û mercên îroyîn bin û pêşîlêgirtina tundîyê divê armanca sereke be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.