NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NAV SÎNORÊN SÛRÊ DE WÊ PETROL BÊ DERXISTIN

Li navçeya Sûr a Amedê wê rojê 80 hezar ton petrola xam bê derxistin.

DI NAV SÎNORÊN SÛRÊ DE WÊ PETROL BÊ DERXISTIN

Di nav sînorên navçeya Sûrê de lêgerîn, derxistin û depokirina petrolê wê bê kirin.

 

Transatlantic Petroleum ku navenda wê Amrîkayê ye, plan dike ku bi butçeya nêzê 10 milyon lîreyê li navçeya Sûrê ya Amedê salane 28 hezar û 800 ton petrola xam hilberîne û depo bike. Tê payîn ku ji 3 bîrên sondajê yên ku wê bên vekirin, rojane nêzê 80 ton petrolê derxe.

 

Di çarçoveya projeya ku bi qasê 10 milyon lîreyê tê kirin de, li herêma bi lîsansê ARÎ/TRS/K/M44-B2-1 di 3 polîgonan da xebat wê bên kirin.

 

Di encama xebatên ku di çarçoveya bernameya plankirî de bên kirin; tê payîn ku bidestxistina gazê çêbibe. Tê plankirin ku bi mekanîzmaya ku were çêkirin di pergala germkirina avahîya îdarî de van gazan bên bikaranîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.