NÛÇEYÊN KURDÎ

DI MIRINA JI KARBONMONOKSÎTÊ DE ŞÎRÎKET BERPIRSYAR HAT DÎTIN

Li gundê Arzoxlî ku 3 roj ceyran tine bû, Îzzettîn Çîftçî ji ber jehrîbûna karbonmonoksîtê jîyana xwe ji dest da. Seyfettîn Çîftî got ku ger ceyran hebûya ev yek nedihat serê wan.

DI MIRINA JI KARBONMONOKSÎTÊ DE ŞÎRÎKET BERPIRSYAR HAT DÎTIN

Di bûyera ku li gundê Arzoxlî ya Navçeya Sûrê ya Amedê pêk hat de, malbata Çîftçî ku bi sobeya elektrîkê xwe germ dikir, ji ber qutbûna ceyrana gund û sermayê bi vêxistina agirê miqalê hewil dan xwe germ bikin.

Seyfettîn Çîftçî yê ku bavê wî Îzzettîn Çîftçî (72) ê ku ji ber gaza karbonmonoksîtê rehmet kir û dayîk û 2 keçên wî di çavderîyê de ne, anî ziman ku li gundê wan 3 roj ceyran tinebû.

Çîftî, şîrîketa ceyranê ji vê bûyerê berpirsyar girt û wiha got, “Bavê min got ku ‘ez ji sermana qefilîm.’ Min jî di miqalê de agir pêxist. Ger ceyran hebûya ev yek nedihat serê me. Em 3 roj bê ceyran man.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.