NÛÇEYÊN KURDÎ

DI “METNA MUTABEQETA HEVPAR” A TIFAQA MILET DE KURD Û ELEWÎ TUNE YE

Tifaqa Milet ya ku ji alîyê serokên CHP, ÎYÎ Partî, Partîya Saadetê, Partîya Pêşerojê, Partîya DEVA û Partîya Demokratê ve hatîye avakirin, "Metna Mutabeqeta Polîtîkayên Hevbeş" ku ev demek e li ser xebat tê birêvebirin, ji raya giştî re hat eşkere kirin.

“Metna Polîtîkayên Hevpar” ji 9 sernavên sereke yên wekî "Qanûn, Edalet û Dadwerî", "Rêveberîya Giştî", "Dijî Gendelîyê, Zelalbûn û têkoşîn û kontrolkirin", “Perwerde û Hindekarî” û ji 240 rûpelan û 75 jêrsernavan pêktê û zêdeyê 2 hezar û 300 soz tê de cîh digre. Di Mutabeqeta Polîtîkayên Hevpar de ku weke "nexşeya rê" tê binavkirin de, bi ti awayî gotinên kurdî û Elewî cih negirtin. Derbarê Kurdî û zimanê zikmakî de jî tenê di beşa çand û kulturê de cîh dane van îfadeyana, “Em ê Qanûna Karên Rewşenbîrî û Hunerî ya bi hejmara 5846 û yasaya duyemîn a girêdayê wê bi têgihiştineke ku wê astengîyên li pêşîya azadîya derbirrîna hunerî ji holê rakin, em ê di ber çavan re derbas bikin. Em ê di qanûn û rêziknameyên têkildar de madeyên ku pêşî li hilberîna çandî û hunerî ya bi zimanê zikmakî digirin, bi awayekî ku wan ji îfadeyên nezelal paqij bike û ji îstîsmarê re vekirî nebe birêkûpêk bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.