NÛÇEYÊN KURDÎ

DI MEHA NÎSANÊ DE KEMASIYA BAZIRGANÎYA DERVE JI %42 ZÊDE BÛ

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîstîkên bazirganîya derve ya meha Nîsana 2023an eşkere kir.

DI MEHA NÎSANÊ DE KEMASIYA BAZIRGANÎYA DERVE JI %42 ZÊDE BÛ

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîstîkên bazirganîya derve ya meha Nîsana 2023an eşkere kir.

Li gorî daneyên bazirganîya derve yên demkî yên ku di çarçoveya pergala bazirganîya giştî ya bi hevkarîya Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê û Wezareta Bazirganîyê hatîye amade kirin, di meha nîsanê da îxracat li gor heman meha par ji sedî 17,1 kêm bû, û bû 19 milyar û 331 milyon dolar, îtxalat jî ji sedî 4,8 kêm bû, û derket 28 milyar û 69 milyon dolar.

Di meha nîsanê da kêmasîya bazirganîya derve li gor heman meha par ji sedî 42,1 zêde bû û ji 6 milyar û 147 milyon dolarî derket 8 milyar û 738 milyon dolar.

Di Nîsana 2022'an de rêjeya hinardekirina îthalatê ji sedî 79,1 bû, di Nîsana 2023'an de daket ji sedî 68,9an.

Di heyama Çile-Nîsanê da kêmasîya bazirganîya derve ji sedî 32,9 zêde bû, û ji 32 milyar û 684 milyon dolarî derket 43 milyar û 444 milyon dolar.

Rêjeya îxracatê bi îthalatê re di heyama Çile-Nîsana 2022yan de ji sedî 71,8 bû, di sala 2023yan de daket ji sedî 65,1.  || AMED TV || 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.