NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEFTEYA 780 DE AUBETA ONER Û DAYAN HAT PIRSÎN

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 780 ya çalakîya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de careke din kiryaran pirsîn.

DI HEFTEYA 780 DE AUBETA ONER Û DAYAN HAT PIRSÎN

 

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 780 ya çalakîya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de careke din kiryaran pirsîn.

 

 

 

Di çalakîya vê hefteyê de, aqubeta Omer Oner û Nûrî Dayan ê di 14'ê Çileya 1994'an de li navçeya Çinara Amedê di bin çavan de hatibûn windakirin, hat pirsîn. Hevjîna Omer Oner a winda, Nezîre Baran di axaftina xwe ya bi Kurdî de wiha got: “Ev 30 sal e hevjîna min winda ye. Me vê êşê tu carê ji bîr nekir.

 

 

 

 

Tenê daxwazek me heye: Em dixwazin gorên wan hebin. Em heqê xwe kesên ku van kiryaran dikin re helal nakin. Dema hevjîna min winda kirin, ez bi 3 zarokên xwe yên biçûk re mam. Dewlet her roj serdegirtina mala min dikir. Wan hevjîna min winda kirin û her dihatin û digotin hevjîna te li ku ye. Her roj heman êrîş û zilmê dikirin.

 

 

 

Ji neçarî ez ji gund derketim û li Amedê bi cîh bûm. Heta ku em hebin em ê vê têkoşînê bidomînin.” Çalakîya vê heftê ku wêneyên kesên bi kiryar nedîyar hatin qetilkirin û kesên bi darê zorê hatin windakirin hatin hilgirtin, bi xwendina çîroka Omer Oner û Nûrî Dayan û çalakîya rûniştinê ya 1 xulek bi dawî bû.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.