NÛÇEYÊN KURDÎ

DI DOLAR Û ZÊR DE REKOR NÛ DIBE, DOLAR DERKET NÊZÊ 33 TL’YÊ

Nirxê dovîz û zêr her ku diçe zêde dibe û Dolar her roj rekorek nû dişkîne. Dolar serê sibê bi 32,73 lîreyê derket asta herî bilind.

DI DOLAR Û ZÊR DE REKOR NÛ DIBE, DOLAR DERKET NÊZÊ 33 TL’YÊ

Duh di dema girtina pîyaseyên Tirkîyeyê de buhayê dolar di asta 32,0597 TLyê da bû; lê di roja nû de bi 32,0918 TL dest pê kir.

 

Dolar dema ku pîyaseyên Tirkîyeyê girtî bûn li pîyaseyên navneteweyî derket 32,7326 TL'yê û bi vê awayê derket asta herî bilind a hemû deman û gihîşt 33 TL'yê.

 

Li pîyaseyê buhayê Euro derket 35,7700 TLyû, Sterlîna Îngilistanê bi 41,0882 TLyê tê kirrîn. Duh nirxê zêr ji ber ku daneyên enflasyonê yên Dewletên Yekbûyî yên ku li ser bendewarîyan derket, kêmbûna herî mezin di mehekê de dît.

 

Grama zêr ku buhayê wê li gor zêrê ons û dolar/TL tê hesabkirin, bi bilindbûna dolar/TL va derket asta xwe ya dîrokî ya 2273 lîreyê. Niha grama zêr ji sedî 0,14 prîmê bi 2227 lîreyê tê firotin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.